Lînkên eksesibilîtî

Mike Dubke Dest ji Kar Berda, Dibe ku Kesên Nû jî Hebin


Dîrektorê ragihandinê ye Qesra Sipî Mike Dubke îro Sêşemê ragihand ku wî dest ji karê xwe berda.

Dubke du hefte berê karvekêşana xwe dabû, lê Serok Donald Trump ji wî xwestibû ku ew heta gera wî ya dervayê welêt li ser karê xwe bimîne.

Dubke berî sê mehan dest bi dîrektorîya ragihandinê Qesra Sipî kiribû û te texmîn kirin ku hin kesên nû jî ji kar werinê dûrxistin.

Raportên medyaya Amerîkî di rojên dawî de dinivîsin ku Trump jiber nûçeyên derheqa rola Rûsan ya di hilbijartinan de gelek behnteng bûye û loma jî hewilên wî yên rakirina sîgorta saxlemîya, Obamacare, reformên ser bacê û guhertina sîyaseta koçberî serketî nebûne.

XS
SM
MD
LG