Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rewşa Korona li Duhokê Baştir Bûye


Di van 2 hefteyan de rêjeya tûşbûyên koronayê li Duhokê kêmtir dibe.

Jora operasyona berhingarîya koronayê li Duhokê rênmayên xweparêzîyê dîyar kirine û ta radeke baş welatî pêgîriyê pê dikin, bi taybetî jî bi karanîna maskan li cîhên giştî.

Hemze M. Alî ji rêvebirîya saxlemîya Duhokê behsa rewşa koronayê û rêjeya wergirtîna vaksinê dike û dibêje ku wan di van 2 hefteyan de nêzî % 50 rêjeya tûşbûyan kêm bûye.

“Rewşa kesên li nexweşxaneyan ne hin metirsîdar e û ta niha 31540 kes vaksîn wergirtîne.”

Li parêzgeha Duhokê mîlyonek û 500 hezar kes ew nexweşî derbaz kirîye li du vê hijmara mirovan rêjeya vaksîn wergirtinê kêm e.

Dudilîyek li def welatîyan peyda bûye jiber van got gotên ku peyamên tên belavkirin li ser curên vaksînan loma baştir e xelk vaksînê wergirin da ku ji vê peteya cihanî rizgar bibin.

Wezareta saxlemîya Herêma Kurdistanê di 24 saetên derbazbûyî de li parêzgeha Duhokê 233 kes wek hilgirên koronayê hatine tomar kirin û 1 nexweş canê xwe ji dest daye.

Dîsa, ji hatina vîrusa koronayê vir ve 977 nexweşên li parêzgeha Duhokê canên xwe ji dest dane.

SB_05_20_2021_Korona
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:35 0:00

XS
SM
MD
LG