Şandeka nojdarên Amrîkî û biyanî ku ji 15 kesan pêk tê alîkariyên nojdarî pêşkêşî rêveberiya tenduristî ya bajarê Duhokê dikin û dê bo dema salekê berdewam bin.
Şanda Biyanî dê her wiha serdana kampên penaberan bike û alîkariyên tenduristî ji wan re pêşkêş bike.
Rêvebirê giştî yê tenduristiya Duhokê Nîzar Ismet hatina vê şandê wek gaveke girîng anî ziman.
Ji bo guhdarîkirina li raporta deng a Peyamnêrê Dengê Amerîka li Duhokê Selam Balayî lînka deng veke.