Li gor lêbûrîna giştî ya ku, hikûmeta Herêma Kurdistana Îraqê derxîne, hejmarek girtî dê sûdê ji wê lêbûrînê wergirin, kesên ku, dê sûdmend bin hejmarek girtiyên Çaksaziya Jin û Xûrtane li Êtûtê li bajarê Duhok.
Çaksaziya ku, hin tawanbarên jin û yên sinêle ango ciwanên nû gihayî têde dimînin, li gor lêbûrîna hikûmetê dê 25-30 kes ji jin û xûrtan serbest êne berdan.
Herwiha li gor biryara lêbûrînê, dê maweyê kesên girtî, li wê Çaksaziyê ête kêm kirin.
Zekî Salih rêvebirê Çaksaziyê dibêje " Me dosiyên girtiyan amade kirine û dane komîta taybet, dibe ku hind kes dê serbest bihên berdan û hind girtiyên dî dê hikmê wan li gor tawanan ji 40% heta 20% ête kêm kirin ".
Ji hejî bîrxistinê ye ku Çaksaziya Êtûtê ya li rojhilatê bajarê Duhok taybete bo jin û ciwanên tawanbar, li wêderê girtî têne perwerde kirin û rastî çaksaziyan tên da ku car din vegerin nava civakê û êdî tawanan encam nedin, li Çaksaziyê xwendingehek jî heye da ku kesên girtî ji xwendinê bê par nemînin, piraniya girtyan jin û xûrtin wan fêrî pîşeyên weke, cildirûnê "Xeyatî", sertiraşiyê, dartaşiyê û karên destî dikin.