Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sizayê 6 Salên Zîndanê Bo 5 Çalakvan Û Rojnamevanên Duhok Tê Pejirandin


Dadgeha Temîzê 1 Hewlêr
Dadgeha Temîzê 1 Hewlêr

Roja Yekşemê, 27ê Hezîranê, tîma parêzvanên 5 çalakvan û rojnamevanên parêzgeha Duhok ragihand ku dadgeha pêdaçûnan ya Herêma Kurdistana Îraqê biryara xwe ya dawiyê derbarê 5 girtiyên parêzgeha duhok ragihand.

Dadega Pêdaçûnan sizayê ku berî niha ji aliyê dadgeha tawanan 2 ya li Hewlêr bo wan 5 rojnamevan û çalakavên parêzgeha Duhok derkirbû, erê kir û ew siza pejirand.

Rojnamevan û çalakvanên hatine sizadan evin: Şêrwan Şêrwanî, Guhdar Zêbarî, Eyas Kerem, Harîwan Îsa û Şivan Seîd.

Dadger Mihemed Rêkanî, endamê Serdozgeriya Giştî li Herêma Kurdistana Îraqê gote Dengê Amerîka "Biryara 6 salên girtinê ji dadgeha tawanan derketiye, parêzerên dosyayê jî pêdaçûnek kirîye ku bibin dadgeha Pêdaçûnan, wê dadgehê jî biryara dadgeha tawanan erê kirîye, lê dîsan parêzeran daxwaza rastkirinê kirîye lê wê jî tekez li ser biryara dageha tawanan kirîye, desteya giştî ya dadgeran jî dikare dosyayê bibîne, lê biryara dageha pêdaçûnan biryara herî dawiyê ye."

Tîma parêzeran biryara dadgeha tawanan li Hewlêr sizayê 6 salan neheq dît bû û ew biryar red kirbû gileyî li dadgeha pêdaçûnan kirbû, tîma parêzeran ya her 5 sizaderan dibêje "Dadgeha Pêdaçûnan jî biyara xwe ya herî dawiyê da û biryara dadgeha tawanan- 2 Hewlêr erê kir û ew rojnamevan û çalakvan sizayê 6 salan zîndan dane wan."

Desteya parêzeran dibêje, niha tenê yek rê maye jibo azadkirina wan, ew jî dibê serokê Herêmê lêbûrînekê ji bo wan der bike, di desthilatdariya serokê Herêmê de heye biryareke weha bide.

Rêbaz Weso, endamê tîma parêzerên Rojnamevan û çalakvanên parêzgeha Duhokê gote Dengê Amerîka"Red kirina herî dawî ewe ku me daxwaza serast kirina biryara dadgeha pêdaçûnan kirbû, diyare biryara dawî ya sizayê 6 salên zîndanê roja 20-06 derketiye, "ev jî red kirina herî dawî bû, êdî mafê me nîne em biryara dadgeha pêdaçûnan cardî red bikîn, me daxwaz kirbû ku dosya vegere ber destê desteya giştî ya serdozgeriyê, lê xweyaye ku wan pêdaçûn kirîye, tekane rêya mayî ewe ku serokê Herêmê lêbûrîneke taybet jibo wan der bike û bihên azad kirin, weke din derfeta tanedan û rastkirina biryarê nemaye".

Dadgehên Hikûmeta Herêmê dibêjin ku wan 5 rojnamevan û çalakvan siza dane jiber tawanên weke ajantî bo aliyên biyanî kirîye û hewildana têkdana aramiyê kirîye li herêmê û ew girtî daxwazê ji serokê herêmê dikin ku efûyekê jibo wan der bike, da ku bi malbatên xwe şad bibin.

Ji hejî bîrxistinê ye ku gelek saziyên navnetewî û herêmî yên mafên mirovan rexne li biryara dadgeha hikûmeta Herêma Kurdistanê kirin derbarê sizadana rojnamevan û çalakvanan li herêmê.

Raporta Hewlêr 27 06 2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:25 0:00

XS
SM
MD
LG