Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Duhokê  Bikujên Dilîna 10 Salî Hatin Girtin


Li roja 2 cejna remezanê Dilîna 10 Salî ji mal derdikevît û qesta hind cejnên kes û kar û hevalên xo diket. Di rê da kesek ji taxê wan ji daykboyê 1972 Dilînê bi rêka nasyarîya babê wê li torombêlê swar diket û dibet naf bistanî û hewla destdirêjîyê li ser diket lê Dilîn diket hawar û ewkes bi darek mezin Dilînê dikujît û li naf bistanî di hêlît li nêzîk yarîgeha Duhok ya werzişî.

Piştî sê rojên lêgeryanê laşê wê bi koştî di hête dîtin.​

Rêveberê polîsên Duhok Tariq Ehmed di kongirek rojnamevanîda gotî ko kesê ef tawane kirî hat girtin û dan bi koştina Dilînê kirye. Wî got. 2 kes hatine girtin herdo birayên hevin.

Babê Dilînê Welîd Ehmed daxwazê ji hikometa herêmê diket ko tawanbar bi tondtirîn siza bên siza dan. Wî got ez tazîya xo nadanim tako sizayê wan bêt cêbecêkirin.

Birayê tawanbarî zanîye bo kuştina Dilînê lê xo bêdeng kirîye lewran ew jî wek tawanbar hatîye girtin.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:03:08 0:00

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG