Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Duhok Bohayê Elektirîkê Giran Dibe Û Welatî Nerazîn E


Jeneratorên elektrîkê li bajarê Duhok
Jeneratorên elektrîkê li bajarê Duhok

Çendîn salin, qeyran û kêmasiyên elektrîkê li Herêma Kurdistsanê bi giştî û li bajarê Dohuk bi taybetî hene.

Elektrîka niştîmanî di şev û rojan de tenê 12 demjimêran heye. 12 demjimêrên din ya bazirganî bo welatiyên tê berdan, lê bi bohaek girantir.

Rêvebirî û xwediyên elektrîka bazirganî ji meha Temûzê ku gelek germe, bihayê her Ampêrê elektrîkê ji 13.000 dînarên Îraqê bilind kir bo 16.500 dînaran, ev jî bûye bargiraniyek li ser milên welatiyan ku di rewşeke abûrî nebaş de ne.

Kawe Ebdulezîz, yek ji çalakvanên civaka sivîle li Dohuk got" Em dê bi rêya namekê, çend pêşnîyaran bi navê rêxistinên civaka sivîl gehînin aliyên berpirs û têkildar, da ku çarekê bihê dîtin û alîkariya welatiyan bihê kirin".

Herwiha Heyfa Îbrahîm, çalakvana di warê jin û zarokan de got. "bilind kirina deng giringe, jiber ku bêdengî zor xirabe li ser mafan".

XS
SM
MD
LG