Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xwestekên Welatiyan ji Hikûmeta Nû Ya Herêma Kurdistanê


Bajarê Duhok
Bajarê Duhok

Aliyên siyasî yên serkeftî di hilbijatinên meha Îlona burî de, civînên xwe berdewam dikin jibo pêkanîna hikûmet nû li herêma Kurdistana Îraqê.

Li gur civînên heta niha hatine kirin, encamekî weha zelal derneketîye pêş, aliyên siyasî dixwazin di qonaxa bihê de hikûmetek bihêz hebe. Silogana avakirina kabîna nû ya hikûmetê "ber bi Kurdistanek bihêz" ve ye.

Derabrê hewildanên avakirina hikûmetê çend welatî li bajarê Duhok axivîn. Pêşî Dilovan Ehmed got" fere hikûmeta dahatî giringiyê bi sekter û warek taybet bide û wê bike projeyê xwe û li ser kar bike. Eger ku di her kabînekê de girngî bi warekî yan sekterek taybet hat baye dan, niha Kurdistan da ya avedan kirî baye".

Lê welatî Nîrvan Hazim dibêje"Em dixwazîn hikûmeta herêmê jiyana fermanberan xweş bike, da ku ji vê qeyranê rizgar bibîn".

Hêriş Mihemed dibeje"dixwazim hikûmeta herêmê giringîyê bi sekter û warê çandinê bide daku belansek ragirtî hebe li hember samanên xwezayî weke neft û xazê", yanî senga aborî ya herêma Kurdistanê tenê nekeve ser dahatê firotina neft û gazan.

XS
SM
MD
LG