Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rewşa Dawî ya COVID-19 li Duhokê Çi Ye?


Li parêzgeha Duhokê hejmara pêketinên COVID-19 di zêdebûnê de ye.
Li parêzgeha Duhokê hejmara pêketinên COVID-19 di zêdebûnê de ye.

Karbidestên saxlemîyê li parêzgeha Duhokê ya Herêma Kurdistana Îraqê dibêjin ku rêjeya herî mezin ya pêketîyên COVID-19 li ser asta Herêmê li Duhokê tê tomar kirin, tevî ku rêjeya herî mezin ya vaksînlêdanê jî Duhokê ye.

Dr. Hekar Mistefa, rêvebirê nexweşxaneya COVID-19 li Duhokê dibêje ku piştî kesên korona werdigirin bertekên xirab li paş xwe dihêlin. Ya ji hemîya xerabtir hişkbûna sîyekane û ev jî dibe egera hindê ku nexweş bo demeke dirêj li ser oksejînê bimîne.

Rêvebirîya giştî ya saxlemîya Duhokê dide zanîn ku li seranserê parêzgehê vaksîna dijî COVID-19 li 60 bingehan hene û dibêje ku Duhok yekem parêzgeh e ku tîmên gerok jibo lêdana vaksînê şandîye gundan.

Hêjayî gotinê ye ku di dawî ragihandina rêvebirîya giştî ya saxlemîya Duhok di 24 demjimêrên bûrî de li parêzgehê 271 pêketinên nû yên COVD-19 hatine tomar kirin ku du ji wan nexweşan canê xwe ji dest daye.

Bêtir agahî di raporta dengî de.

Raporta Selam Balayî
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:25 0:00
XS
SM
MD
LG