Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

PDKê Dê Bo Yekem Car Kongira Xwe Li Duhokê Lidar Bixe


Partîya Dîmokrata Kurdistan (PDK) konfiransên xwe yên navxwe encam dide ji bo dîyarkirina endamên kongira 14 ya ku dê destpeka meha 11 ya îsal li Duhokê were lidarxistin.

Di vê kongirê da, dê 800 endam beşdarbin û dê her 1,000 kesan nûnerek biçe kongirê. Di van helbijartinên navxweyî da hin guherîn hatine kirin; ya yekê rêja endametîya jinan bo kongirê 30% û hijmarek ji gencan di konfiransên navxweyî da bi serkeftin bo kongirê. Ew kadirên navîn û genc dixwazin çawan li konfiransên navxwe bi ser keftin, weha rengvedana xwe hebe di nava kongira 14 da û hijmarek ji gencan bikevin serkirdayetîya PDKê.

Îhsan Amêdî endamê lijna berhevkara kongira PDK bo Dengê Amerîka got, “ev kongira dê cûreyî be û endamên kongirê bi rengekî dîmokratîk tên helbijartin.”

Hêjayî amajêye ev yekem car e ku dê PDKê kongira xwe li parêzgeha Duhokê encam bide. Ev jî vedgere bo helbijartinên perlemana Îraqê ku li 10-10-21 hatin encamdan û rêja dengên PDKê li Duhokê kêm kirin û rêja beşdaran ji kêm bû. Ew li gor berpirsan, pêngaveke ji bo vegerandina bawerîya xelkê Duhokê bi PDKê.

Raporta Deng/ Selam Balayî
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:53 0:00

XS
SM
MD
LG