Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zindaniyên Duhokê Li Ser Gireva Birçîbûnê Berdewam in


Pênc ji girtîyên Şêladizê di gel hevalên din yen girtî li çaksazîya mezinan li Hewlêrê berdewam in li ser gireva birçîbûnê û roj bi roj rewşa wan ya saxlemî xerabtir dibe.

Dadgeha van 5 girtîyên Şêladizê li 15-05-22 li Hewlêrê hat encamdan û her yek bi 2 salan hat zîndankirin li dû madê 331 D made 2 divîyaba li 16-06-22 hatiban azadkirin bi berdana bi merc, lê ta niha nehatîne azadkirin.

Gelek ji şandîyên bîyanî û desteya mafê mirov li Herêma Kurdistanê û rekxstîya CPT ya Amerîkî û stafê parezeran di zîndanê da seredana wan kirine lê ew her rijd in li ser berdewamîya gireva birçîbûnê.

Mûna Yaqo seroka desteya mafê mirov li Herêma Kurdistanê di daxuyanîyekê da dîyarkir ku wan gelek hewl dan ji bo ku ew xwarinê bixun û girevê bi dawî bînin lê wan got ta wan azad nekin ewê berdewam bin li ser birçîbûnê.

Omêd Beroşkî ku yek ji zîndanîyan bû û berî çend mehan hat azadkirin, behsa zindanê û gireva biçîbûna wan zindanîyan dike û di bêje,”helbet eger mirov di zindanê da be û bi zulm hatibe girtin û di gel hindê da mafên mirovî nehêne dabînkirin, yekem rêk mirov penayê bo bibe ew bircîbûne.”

Zêdan Zêbarî birayê Gohdar Zêbarî yek ji çalakvanên girtî û di gireva birçîbûnê da, behsa çawanîya pêwendiyan di gel Gohdarî dike û rewşa wan ya saxlemîyê û dibêje, “rewşa wan ev 22 roj in di mangirtina xwarnê da rewşa wan zor zor xirab e, peywendî hene tenê telefone deqîqeyek yan du ne, bes li hal pirsîn e.”

Parêzer Remezan Ertîsî yek ji wan parêzeran e yên ji destpeka girtina wan ta îro berdewam berevanî û dûfçûna keysê girtiyen Badînan dike, çi li dadgeha Duhok çi li ya Hewlêrê, Behsa dawî hewlên wan di gel desteya mafê mirov li Herêma Kurdistanê û dawakarê giştî û serdana UN li ser egerên neazadkirina wan û dibeje, “li 07-07-22 şandekê parêzeran di gel CPT seredana dawakarê giştî kir ku ev e hokar bûye di gîrobûnê da biryar da ku reya xwe bidet bo azadkirina van kesan. Belê bi mixabinîve li 170-7-22 paşkêşkir ji biryara xwe.”

Hêjay gotinê ye dema azadkirina 5 zindanîyên Şêladizê bi serveçûye lê ta îro di zindanê de ne û gireva birçîbûnê berdewam dikin. Kes û karên wan jî li benda azadkirina wan in

zindanîyên badînan û gireva birçîbûnê.wav
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:56 0:00

XS
SM
MD
LG