Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sedemên Venegera Awareyên Şengalê bo Mal û Cihên Xwe


Piştî derbasbûna nêzîkî pênc salan li ser awarebûna xelkê Şengalê, bêhtirî nîvê wan awareyan ku li herêma Kurdistana Îraqê dimînin venegerîyane û ew dibêjin sedema sereke ya wê yekê ew nebûna xizmetguzarîyan e li Şengalê.

Ew her wiha bal dikşînin ser nebûna derfetên kar û nearamîya rewşa ewlekarîya deverê.

Serdar Kolo yek ji awareyên Şengalê ye, ku li nava kampeka awareyan dijî, dibêje hêvîya wî ew e ku Şengal wek berî êrşîa Daişê vegere û ew karibin bi silametî vegerin ser cih û warên xwe.

Piraniya awareyên Şengalê li parêzgeha Duhokê dimînin û ew li ser 16 kampan hatine belavkirin.

Berpirsê rêveberîya koç û koçberan li Duhokê Karwan Weysî, ji peyamnêrê Dengê Amerîka Kawa Omer re got ku hejmara awareyên di kampan de dimînin 26,432 xêzan in.

Ji bo guhdarîkirina li raporta Kawa Omer fayla deng veke

Raporta Deng/Kawa Omer
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:21 0:00


XS
SM
MD
LG