Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşeke Çekdarî de 3 Kes li Duhokê Hatine Kuştin


Îro Çarşemê li gundê Avşirînê ser bi nahîya Feydîyê ve, 3 kes hatine kuştin û 2 kesên din jî birîndar bûn.

Hêzên polîs û emnahîye giheştin cihê rûdanê û kontrola rewşê kirin û 5 kes desteser kirin.

Dema birîndar veguhastîn Nexweşxana Hawarhatinê, kesek li wir teqê kir û 1 kes li wir birîndar bû.

Tariq Ehmed, rêvebirê giştî yê polîsên Duhokê li dor bûyerê got ku ew kesên ku şer kirine xizmên hev in arîşe li ser kêşeyeke erd derketiye.

Ehmed dîyar kir ku rewş aram bûye û wan 5 kes girtine û kesê ku li nexwexanê çek bi kar anî, ji hatiye girtin.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:01:52 0:00

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG