Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Duhokê Bûyerên Trafîkê Zêde Bûne


Trafîka bajarê Duhokê. Wêne: Selam Balayî (VOA)
Trafîka bajarê Duhokê. Wêne: Selam Balayî (VOA)

Di nav 24 demjimêrên dawî de heft bûyerên trafîkî li bajarê Duhokê çê bûn û di encama wan de çar kesan jîyana xwe ji dest da.

Bûyerên trafîkê bi awayekî rojane li parêzgeha Duhok ji alîyê Rêvebirîya Giştî ya Çûn û Hatinê ve tên tomar kirin.

Azad Taha, berpirsê ragihandinê li Rêvebirîya Giştî ya Çûn û Hatinê dibêje ku li seranserî parêzgeha Duhokê asta van bûyerên tomarkirî di dema dawî de zêde bûye.

Hinek şofêr didin zanîn ku sedema van bûyeran xerabûna rewşa kolanên nav bajêr e û herwiha ne dîyarkirina cihên taybet jibo derbazbûna hevwelatîyan.

Ji bêtir agahî derbarê vê mijarê, fayla dengî li jêr bitikînin.

Raporta Selam Balay
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:59 0:00

XS
SM
MD
LG