Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Metirsiya Belavbûna Nifşê Nû Yê Vîrusa Korona li Herêma Kurdistanê


Rûniştvanên Herêma Kurdistana Îraqê bi giştî û yên parêzgeha Duhok bi taybetî bi tirsa derketin û belavbûna nifşê nû yê vîrusa korona pêşwaziyê li sala nû dikin.

Zenga metrsiya derketina nifşê nû yê vîrusa korona li parêzgeha Duhok lêda, piştî ku li gelek herêman li cîhanê belavbûyî.

Cardî rêkarên xweparastinê bi rengek berbilav li herêma Kurdistanê hatin destpêkirin.

Wezareta navxwe ya hikûmeta herêma Kurdistanê biryara hatin û çûna çend welatan qedexe kir û sinorê li gel Iranê jî li hember geştiyaran daxist.

Derbarê virusa nû û cudahiya li gel covid-19, Hemze .M.Alî, ji rêveberîya saxlemîya Duhok behsa nîşan û cudahiya nifşê nû yê vîrusê di gel covid-19 dike û di bêje "çi cudahiya weha nîne tenê leşê nexweşî hin sorik lê peyda dibin û zu belav dibe".

Li parêzgeha Duhok jiber tedbîr û rênimayên xweparêziyê ahengên giştî li hol û kafêyan û kombûnên girseyî hatine qedexe kirin.

Dayîreya Saxlemiya Duhok di 24 demjimêrên derbazbûyî de serhijmara pêketî, mirî û çakbûyên vîrusa korona ragihand. Li gor rêveberiya saxlemiya parêzgeha Duhok di 24 demjimêrên derbazbûyî de143 nexweş bi temamî çareser bûne û 86 kes tuşî covid-19 bûne û 2 kesan jî canê xwe ji dest daye.

Li gor amarên nû yên rêveberiya saxlemiyê xweya dibe ku hejmara tûşbûyan kêm dibe, lê belavbûna nifşê nû yî vîrusa korona li cîhanê tirs xistiye nava rûniştvanên parêzgeha Duhok jî.

Raporta Duhok 27 12 2020
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:54 0:00

XS
SM
MD
LG