Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Vîrusa Korona li Duhok Belav Dibe Û di 4 Rojn de 20 Kes Mirin


Nexweşxana COVID-19 li Duhok
Nexweşxana COVID-19 li Duhok

Piştî belavbûna pêleke nû ya Vîrusa Korona, li parêzgeha Duhok di 4 rojên cejna qurbanê de 20 kesan bi COVID-19 canê xwe ji dest dan.

Ev jî dibe mezntirin rêje ya qurbaniyan di van rojên kêm de ku li ser astê herêma Kurdistanê tê tomarkirin.

Di van hefteyan de rêjeya here mezin ya tûşbûyan û mirîyan bi COVID-19 li ser astê herêma Kurdistanê, parêzgeha Duhok di rêza yekê de ye.

Rêveberîya Saxlemîya Duhok bangî tev welatîyan dike ku pêgirîyê bi rênimayên saxlemîyê bikin û xwe biparêzin ji vîrusa koronayê û didin dîyarkirin ku ev pêla siyane û bi şêweke lezgîn belav dibe û ev cureya vîrus bilez tê veguhastin.

Ji ber rêjeya zêde ya tûşbûyan wezareta navxwe ya hikûmeta herêma Kurdistanê di qunaxa yekê de biryara girtina holên şehyan û bîrewerîyan daye, tê texmînkirirn eger rewş weha bidome dê biryarên tundtir bihên dan.

Rêveberîya Saxlemîya Duhok vî cureyê nû bi Delta Hindî dide nasîn û metrsîyek zêde heye li ser rewşa pêketiyan.

Hemze M. Alî ji rêveberîya saxlemîya Duhok bo dengê Amerîka behsa rewşa koronayê dike û dibêje "Di van 4 rojên cejnê da, li Duhok 12519 têst bo wan kesên goman li ser heye, hatine encamdan û ji wan 2218 kes bi helgirên COVID-19 hatine tomarkirn û 1590 nexweş bi temamî çareser bûne û 20 nexweşan canê xwe ji dest daye."

Di beûeke din yê axftina xwe da Hemze got, "Nexweşên di nexweşxanan da hijmara wan zore berya niha di pêla yekê û duyê da rêjeya nexweşên di bin çavdêrîya çirr da di kêmbûn. Lê di vê pêla dawî da hemî textên beşa çirr ya nexweşxanê pirr bûne û nihe 38 nexweş têdane rewşa wan xerabe."

Ji hejî bîrxistinê ye ku di 24 demjimêrên borî de, li parêzgeha Duhok 736 kes bi helgirên COVID-19 hatine tomarkirin û 3 nexweşan canê xwe ji dest daye û tê texmîn kirin ku rêjeya mirîyan ber bi zêbebûnê ve here, her wek saxlemîya Duhok dide dîyarkirin.

Raporta Duhok 24 07 2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:06 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG