Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Bajarê Duhokê Tundûtûjîya Li Ser Medya Civakî Li Dijî Jinan


Duhok
Duhok

Di demekê de ku şoreşa ragihandin û teknolojiyayê cîhan kirîye gundekî biçûk, di civakên paşvemayî da, medya civakî bûye wêstgehek ji bo kiryarên nerewa ku tê de, mêr torên civakî weke gef li ser jinan bi kar tînin û dibe egerê kuştin yan xwekuştina jinan.

Medya civakî di civaka Kurdî da bûye yek ji jêderên tundûtûjîya diji keç û jinan û li herêma Kurdistanê jî gelek arîşe ji torên civakî peyda bûne bi taybetî bo regezê mê.

Li parêzgeha Duhokê hind keç û jin ji dengê Amerîkara axvîn, lê nexwestin navên xwe diyar bikin.

Wan da xweyakirin ku perwerdeya malbatî yek ji egeran e ku torên civakî li dijî wan bi şaşî bên bikaranîn û ne naskirin û ne dîtina hevdu bi rengek raste rast, dibe sedema peydabûna arîşeyan bo keç û jinan.

Di medya civakî de, ne tenê arîşe bo jinan dibin, belê bo mêran jî, lê ji ber helmeta berhingarbûna tundûtûjîyê dijî jinan, Dengê Amerîka di vê raportê de tenê nerîna jinan wergirt.

Tê zanîn, torên civakî bûne jêderek baş û sereke ji bo hevnasîn û peywendîyên xoşewîstîyê jî.

Raporta Deng/Selam Balayî
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:57 0:00


XS
SM
MD
LG