Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûniştvanên Duhokê Behsa Koçberiya Ber Bi Ewrupayê Ve Dikin


Bajarê Duhokê
Bajarê Duhokê

Li gor amarên dawî yên sentera Lotke yên li ser koçberîyê li Îraq û Herêma Kurdistanê, di sala 2021 da, 37,000 kes beref handeran çûne û hîn jî berdewam e.

Rêjeya herî mezin xort in ku qesta handeran dikin.

Li parêzgeha Duhokê hin çalakvan û rûniştvanan ji Dengê Amerîkayê re bîr û boçûnên xwe li dor egerên zêdebûna rêjeya koçberiyê anîn ziman.

Rizgar Îbrahîm, ku gencek û derçûyê zanîngehê ye, got:

“ Egerê serekî neseqamgîrîya barê siyasî û civakî û aborî ye. Genc li vê derê bêzar bûne.”

Çalakvan Şemal Berçî. Egeran bo nedadperwerîya destelata Herêma Kurdistanê vedigerîne.

Rêvebirê xortan li Duhokê Nêçîrvan Sadiq, behsa nebûna alîkarîyan bo sazîyên xortan dike û dibêje "nebûna bername û planeke dariştî ji layê wan wezaretan yên girêdayî gencan û peydakirina delîvên karî bo wan, hemî eger in ji bo koçberîyê."

Hêjay gotinê ye, di sereray rewşa xerab ya koçberên li ser sinorê Belarus û Polendayê, dezgehên ragehandinê dibêjin di hefteyekê de li qeza Sêmêlê 26 xortan rêya handeran girtine

Ji bo guhdarîkirina li raportê fayla deng veke

Raporta Deng/Selam Balayî
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:02 0:00


XS
SM
MD
LG