Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pêşangeha 23 Zanîngehan li Bajarê Duhok


Pêşangeha 23 Zanîngehan li Duhok
Pêşangeha 23 Zanîngehan li Duhok

Li bajarê Duhok ku, yek ji parêzgehên Herêma Kurdistana Îraqê ye, bi armanca pêşdabirina têkiliyên zanîn û xwendina bilind, kompanîya "Simyar û Tora SLC", li bajarê Duhok, bi beşdarîya 23 zanîngehan pêşangehek rêkxist.

Zanîngehên ji dervey herêma Kurdistanê ji welatên weke Malîzya, Tirkîye, Azerbêcan, Armînya û welatên din di pêşangehê de beşdar bûn, rêxistina pêşangehê jibo zanîngehên li bajarê Duhok hatîye vekirin.

Armanca sereke ya pêşangehê, rewacê bo xwendekarên kurd peyda bikin da ku, qesta wan welatan bikin, xwendina xwe temam bikin û pêzanînên zanistî liser astê xwendina bilind bidest bixin, herweha alîkarîya diravî ya xwendekarên kurd ji aliyê zanîngehên welatên biyanî ve bihê bidest xistin.

Mamostayên zanîngeha Duhok û beşdarên di pêşangehê de, derbarê vê çalakîyê nerînên xwe jibo Dengê Amerîka anîne ziman.

Temamîya raportê di fayla deng de ye.

Pêşangeh li Bajarê Duhok Bo 23 Zanîngehan
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:20 0:00

XS
SM
MD
LG