Roja 6 meha Çelle roja damezrandina leşkerê Îraqê ye û jio dema rûxandina rêjîma Seddam Hisên di sala 2003ê ve ev roj hîn di navbera hikûmeta Îraqê û ya Herêma Kurdistana Îraqê de yekalî nebûye.
Di demekê de ku hikûmeta Navendî wê rojê wek rojeke cejin binav dike û hemî dezgehên hikûmetê têne girtin, li herêma Kurdistanê ew rojeke normal a kar e.
Peyamnêrê Dengê Amerîka li Duhokê Selam Balayî di raporteke dengî de bîr û boçûnên hin rûniştvanên Duhokê ji wan wergirtine.
Ji bo guhdarîkirina li raportê fayla deng veke