Îro 12’ê Tebaxê wek Roja Cîhanî ya Gencan tê zanîn. Li Duhokê rewşa xortan çi ye, gelo ew jî jîyana xwe razî ne?
Parêzgeha Duhokê dide zanîn ku rêjeya bêkarîyê gihaye % 16 ku ew rêje ji hemî parêzgehên Herêma Kurdistanê pirtir e.
Jêderên xwecîhî dîyar dikin ku genc tim hewla çûna dervayê welêt dikin û di sala 2020ê de 26 hezar genc çûne derve.
Dr. Arif Hito, rêvebirê giştî yê kar û desteberî ya civakî li wezareta karûbarên civakî behsa egerên rêjeya zêde ya bêkarîyê li Duhokê dike û dibêje ku Duhok ji bajaren din biçûktir e projeyên kerta taybet kêm in.
“Li Duhokê me senterên rahênana pîşeyî vekirine ku bi projeyên biçûk alîkarîya xortan bikin.”
Keç û kurên li Duhokê gazincan dikin ku nebûna delîveyên kar kartêkirinê li derûnîya wan dike û ew hewil didin ku bi rêka hevalên xwe herin welatên din.
Pispor bal dikşînin ku tunebûna planeke dariştî ji alîyê hikûmeta Herêma Kurdistanê ve egerên serekî ne ku ew biçin derve.