Rêvebirîya Saxlemî ya Duhokê ragihand ku 24 seatên dawî de 92 kes bi koronayê ketin.
Jora operasyonan ya Duhokê ragihand ku piştî cejna qurbanê rêjeya herî bilind ya tûşbûnan tên tomar kirin loma jî nabe ti kes bê maskê herin market û cîhên giştî.
Rûniştvanê Duhokê Mistefa Selîm dibêje ku tiştê giring ew e ku herkes jibo parastinê xwe karantîn bike, lê qedex ne çare ye.
Çekdar Cemal jî dibêje ku baştirin xwe parastin ji vê petayê bikaranîna mask û destkêş e û neçûna cîhên qerebalix e.
Amarên dawî yên Duhokê nîşan didin ku 994 kes bi COVID-19 ketine û 405 kes bi temamî çareser bûne û 581 kes li nexweşxanê di bin çavdlrîyê de ne û 8 kes jî canên xwe ji dest dane.