Nivîskar Ismaîl Mistefa derbarê pîrozkirina eyda îsal dibêje ku ev cejne cuda bû û jiber hebûna koronayê mirov pitir bi telefonê cejna hevdu piroz dikin.
“Lê li hinek kolanên herêmî mirov derdikevin derve û pitir qelebalix e. Berê di cejinan de qelebalixên mezin li firoşgehan û bazaran hebûn.”
Mistefa dibêje ku berî ew bi rojan diçû seredana hemî malbata xwe lê niha ew nikare jiber ku qedexeya derketinê heye.
Wî got ku medya xwecîhî û Dengê Amerîka di gîhandina peyamên rêvebirîya saxlemîyê de roleke erênî dilîzin.
"Weşanên wan di parastina gel ya ji koronayê de gelek erenî bûn u karîgerî li ser gel dikin," Mistefa bi berdewamî got.