Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

170 Keç û Xort Beşdarî Kursa Fêrkirina Rojnamevanîyê Dibin


Li bajarê Duhokê, Rêvebirîya Rewenbîrî û Hunerî bi hevkarîya rêxistina Cosove ya mirovahî kurseke perwerdê û hînkirina karê rojnamegerîyê bo 170 keç û xortên koçber û xwecîhên herêmê vekir.

Ev xûla fêrkirinê wê delîve ava bike ku beşdaran di warê rojnamegerî de zanînên xwe kûrtir bikin.

Eyub Remezan, berpirsê giştî yê Rêvebirîya Rewşenbîrî û Hunerî got ku divê takekes were çalak kirin jiber ku civak ji wan pêk tê.

“Ez bawer im ku dema takekes çalak bû, dê bandorê li dewrûberên xwe jî bike. Divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, giringî bi xortan û hêza wan bide.”

Renîn Abid, berpirsa projeya fêrkirinê jî got ku armanca wan peydakirina delîva kar ya bo hemû beşdaran e.

“Ewê di vê xûlê de fêr bibin û bawernamên xwe wergirin, paşî dikarin, bo hemî sazîyên ragihandinê kar bikin".

Selam Balayî- Duhok
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:49 0:00

XS
SM
MD
LG