Komîsyona bilind ya serbixwe ya hilbijartinan li Duhokê bang li hemwelatîan dike ku jibo wergirtina karta elektronîk ya dengdanê, serdana bingehên hilbijartinan bikin.
Jibo vê yekê komîsyonê ligel partîyên sîyasî û dezgehen ragihandinê kom bûn da ku bo wergirtina kartên hilbijartinê alîkar bin.
Segvan Dêreşî, berpirsê ragihandina komîsyonê got ku rêjeyeke kêm ji hwemwelatîyan kartên xwe wergirtine.
“Kartên ku nehatine wergirtin, hefteyeke berî hilbijartinan dê ji Bexda re werin vegerandin û ew kes dê ji dengdanê bê behir bin,” Dêreşî got.