Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Diyardeya Xwekuştinê di Konferansekê de li Duhok


Konferansa derbarê diyardeya hizra xwekuûtinê li Duhok
Konferansa derbarê diyardeya hizra xwekuûtinê li Duhok

Li zanîngeha Duhok li ser diyarde û hizra xwekuştinê û çawanîya kêmkirina wê diyardê di civakê de, rêze semînar û kurbendek hat encam dan.

Bi beşdarîya hijmarek ji derûnas û kesayetiyên olî û rêveberîyên polis û tûndûtîjiyê û hijmarek xortên li fakolteyên zanîngeha Duhok dixwînin amade bûn.

Li ser vê konfiransê û giringî û armanc û peyama kurbendê rêxera vê çalakiyê Şîlan Ehmed Salih bo dengê Amerîka axvî û got, "piştî me dîtî rêjeya xwekuştinê zêdebûye, me ev konferanse encamda, ne ji bo dîyarkirina sedem û egeran bi tenê, belkî li dawîya kurbendî dê gehin hindek encaman ka dê çawan van haletan kêmk bikîn û kêmtir qûrbanîyan bidîn."

Gencê bi navê Muhemed Sabir, sedem û egera xwekuştinê di nav gencan da bo bê hêvîtî û şer û xemokîyê vedigerîne .

Di konferansê de panalek taybet li ser mediya civkî û bandor û kartêkirina wê li ser civakê û gencan ji aliyê başî û xerabîyê de hat pêşkeş kirin.

Yek ji kesên çalak di mediya civakî de, Nesîm Sebah behsa vê yekê bo dengê Amerîka dike û dibêje "Ez di bînim rêjeya pitirî ya gencên me, mediya civakî xelet bi kartinin û sêrça û guhdariya şexsên xelet dikin."

Hêjayî gotinêye ku, li dûf amarên rêveberîya polis û tûndûtîjiyê di sala 2020 da 14 haletên xwekuştinê hatine tumarkirin û di 8 mehên 2021 da 23 halet hatine tumarkirin, eve wê çendê dide xweyakirin kû rêjeya xwekuştinê ber bi zêdebûne ve diçe.

Raporta Duhok 26 09 2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:01 0:00

XS
SM
MD
LG