Rêvebirîya saxlemîya Duhokê ragihand ku di 24 saetên dawî de 350 kesên din bi vîrusa korona ketine û 5 nexweş jî canên xwe ji dest dane.
Sazîyên saxlemîyê bang li welatîyan dikin ku xwe bi parêzin û rênmayên saxlemîyê bi cîh bînin.
Berdevkê rêvebirîya saxlemîya Duhokê Hemze M. Alî dibêje ku li parêzgeha Duhokê ta niha 7526 nexoş li cem wan hatine tomar kirin.
“Heta niha 2423 nexoş bi temamî çareser bûne û 4993 kes li jêr çareserîyê mane. Nêzî 4000 kes li malên xwe di karantînê de ne û yên li nexoşxanê nêzî 600 kesane rewşa 60 ji wan xirab e û pêdivîya wan bi oksîjen heye û ew li jêr çavdêrîya çir de ne.