Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Duhokê Mirin û Tûşbûyên Koronayê Zêde Dibin


Li Duhokê hilgirên COVID-19 û mirin bi koronayê roj bi roj zêde dibin. Rêvebirîya Saxlemîya Duhokê ragihand ku di 24 seatên dawî de 204 kes bi koronayê ketine û 8 kes canê xwe ji dest dane.

Rêvebirîyê ragihand ku 103 nexoş bi temamî çareser bûn û nexoşxane bi cîh hêlan.

Li bazara Duhokê hejmarek bi mask in û rênmayên saxlemîyê bi cîh dikin, lê di heman demê de gelek ji welatîyan bê mask in.

Welatî Ehmed Bendî dibêje ku di destpêkê de li Herêma Kurdistanê baş serederî digel xweparastin ji COVID-19 kirin, lê li vê dawîyê welatîyan her tişt bi sistî wergirt û jimareke mezin xelk tûşî koronayê dibin.

Welatî Newzad Amedî jî dibêje ku tenê çareserî bi cîhkirina rênmayên saxlemîyêyên wek bikaranîna maskan û dûrketin ji cîhên qerebalix e.

Hejmara giştî ya hilgirên koronayê li Duhokê giheştin 4840 nexoşan û kesên bi temamî çareser bûne jî 3031 kes in.

SB_09_04_2020_Korona_Update
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:19 0:00

XS
SM
MD
LG