Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jiber Aborîya Xirab li Duhokê Kêm Pirtûk Tên Firotin


Pirtûkxaneya Duhok
Pirtûkxaneya Duhok

Hatiye gotin ku "Pirtûk baştirîn heval e", lê li bajarê Duhokê ev hevok ciyê xwe nagire. Li wî bajarî kêm kes hene ku dixwazin hevaltîya pirtûkan bikin, loma jî rewşa kirîn û firotina pirtûkan gelek lawaz e.

Tevî ku çend zanîngeh li Duhokê hene, dema bixwazî qesta pirtûkxana bikî, tenê kesekî yan du kesan li bazara pirtûkxanê dibînî.

Xwedîyên pirtûkxanan lawazîya bazarê bo nebaşîya rewşa aborî ve girê didin.

Ehmed Ebdula Zero, xwedîyê pirtûkxana Duhok ku yek ji kevintirîn pirtûkxaneyên bajar e, dibêje ku xirabîya rewşa aborî û berîkên vala edema lawazî ye.

“Herwiha teknolojîya nû jî bandoreke neyênî li ser bazara pirtûkan kirîye, lê, dîsa jî teknolojî nikare cîhê pirtûkê bixwe bigire. Tu li ku derê bî dikarî pirtûka xwe bi xwe re bibî."

Zero gazincên xwe li mirovên genc dike û dibêje “rast e qeyrana aborî heye, lê dîsa qenc diçin çayxane û qehwexaneyan û pere dimezêxin. “Li şûna ku herin wan deran, divê pirtûkan bikirin û bixwînin.”

Bazarê Pertûkan - Duhok
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:31 0:00

XS
SM
MD
LG