Cemawerê Duhokê, di sala 1991'an de dijî rejîma Saddam Huseyîn serî hilda û hemî dezgehên fermî ketin destê Kurdan.
Emir Elî, ji rêvebirîya rewşenbîrî dibêje ku li Duhokê çend bizav û çalakî bo bîranîna wê rojê hatin encamdan.
Mihemed Seid, yek ji beşdarên serhildana Duhokê ew roj wek rojeke dîrokî bi nav kir û got ku serhildan kilîla qonaxeke nû ya jibo Kurdan bû.