Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Duhokê 60 Kes di Meha Remezanê de Bûne Qurbanîyên Rûdanên Trafîkê


Rêvebirîya trafîkê ya istana Duhokê ragihand ku di meha Remezanê de, heta niha 60 kes li Duhokê bûne qurbanîyên rûdanên trafîkê.

Rêvbirê trafîkê yê Duhokê, Azad Taha dide zanîn ku ji wan 60 kesan, 15 canê xwe ji dest dane. Taha bal kişand ku di wan qazayan de 46 kesên din jî bi giranî birindar bûne û zîyanên çêbûne.

“Sedemên wan rudanan lez ajotin û karanina telefonên destan ya di dema ajotina tirombêlan e,” Taha got.

Hêjayî bîrxistinê ye ku di destpêka sala 2018’an heta meha Hezîranê de, 6428 qazayên trafîkê li istana Duhokê qewimîne û 50 kes tê de hatine kuştin.

SB_06_13_2018
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:31 0:00

XS
SM
MD
LG