Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Faysal Daglî: Dadgehkirina Dundar Nakokiya Navbera Cematê û AKPê Ye


Kurdish Journalist in Istanbul
Kurdish Journalist in Istanbul

Yekêtiya Ewrupa û saziyên mafên mirov, vê dawiyê dewleta Tirk derheqa binpêkirina mafên mirov, mafên azadiya ramanê û rojnamegeriyê rexne dikin.

Beriya 3 mehan 2 rojnamevan, Can Dundar û Erdem Gul, ji rojnama Cumhuriyetê li Tirkiyê ji aliyê desthilatdariya AKP ê de, hatin girtin, piştî 92 rojan rojnamevan Can Dundar serbest hat berdan, îro roja Înê 25î Adarê divê ew derkeve pêş dadgehê.

Berî dadgehkirina Dunda bê destpêkirin, wî gef li hikûmeta AKP ê ya desthilatdar xwar bûn ku, ew dê li gor belgeyên di dest wî de ne tawanên hikumeta AKP, jibo raya giştî bide eşkerekirin.

Derheqa girtin û dadgehkirina rojnamevan Can Dundar pişka kurdî ya Dengê Amerîka xwe gihande rojnamevan Faysal Daglî berpirsê giştî yê BassNûçe-BassHaber e, li Stenbolê.

Daglî got" dadgehkirina Can Dundar ji binpêkirina mafên rojnamevaniyê zêdetir, nakokî û dûberiya di nava cemaata Fethullah Gulen û AKP desthilatdar de ye û û vê pirsê peşçav dike".

Temamiya hevpeyvina li gel rojnamevan Faysal Daglî di fayla deng de guhdarî bike.

hevpeyvin li gel rojnamevan Faysal Dagli
please wait

No media source currently available

0:00 0:07:02 0:00

XS
SM
MD
LG