Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeha Tirk Daxwaza Rojnamevanên Girtî Dundar û Gul Red Dike


Dadgeheke Tirk îro Sêşemê îtîraza girtina 2 rojnamevanên navdar red kir, di vê demê de ku Rojnamevanên Bê Sînor (RSF) jî bo azadkirina wan dest bi kempeynek kir.

Dadgeha bilindtir li Stenbolê îtîraza parêzerên sernivîskarê rojnameya Cumhuriyet, Can Dundar û nûnerê Enqerê Erdem Gul ku bi îdiaya “sixurîyê” hefteya borî hatibûn girtin, red kir ku bêgirtin bêne darizandin.

Girtina her du rojnamevanan xema civaka navnetewî ya ser azadîya ragihandinê li Tirkîyê kûrtir kiriye ku di bin desthilata Serokomar Recep Tayyîp Erdogan de rewşa medya xirabtir dibe.

Rojnamevanên Bê Sînor di kempeyna xwe de, ku zimanzanê Amerîkî Noam Chomsky û aborîzanê Fransî Thomas Piketty jî piştgirî didin, daxwaza berdana Dundar û Gul dike.

XS
SM
MD
LG