Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Durust Izzet: Erka Hunermend Dîyarkirina Pirsgirêkên Gel E


Hunermend mîna parzonkê ye, her tiştî ji civakê werdigre û dawiyê bi awayekî ciwan û afrîner li wê civatê vedigerîne.

Hunermend Durust Izzet yek ji wan kesaye ku bi cavekî berprsiyarî li hunera xwe dinere.

Ew di sala 1954an li bajarê Qamişlo ji dayik bûye.

Di sala 1981ê de derbasî beşê hunera bedew di zanîngeha Şamê de bû, lê belê di sala 1985an de, ji ber girtina wî ji aliyê rêjîma Sûriyê ji ber nerîn û tevgera wî ya siyasî nikarî bû xewndina xwe bi dawî bike.

Piştî ku ji zindanê rizgar bû, xwendina xwe bi dawî kir.

Ji destpê ve guhdan bi Karîkator kir, û di gelek rojnameyên navxweyî û yên dervî sûriyê jî, wî berhmeên xwe belava dikir.

Bi serê xwe gellek pêşangên tenyahî vekirin li Sûriyê û Siwêd û Almaniya jî.

Nuha ew li welatê Siwêdê dijî, û li wir beşdarî çalakiyên rewşenbîrî û huner dibe

Pêşangeha wî ya dawî li du bajarên Siwêdî bûn Konkif û Botoborî.

Hunermend Durust mijûlî beşên din di hunerê de dibe, ku berhereya xwe li ser Pêkersazî, Karîkator, Şêwekarî, û Rolyêf ta Dîzanê belav dike.

please wait

No media source currently available

0:00 0:15:48 0:00

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG