Nakokîyên di navbera hikûmeta demkî ya Sûrîyê û rêveberîya xwecihî ya Suweydayê rê li ber xwendina gelek xwendekarên Durzî girtiye.
Ji ber ku ew xwendekar ji herêma ku ji kontrola Şamê derketî ne, ew nikarin bi rêkûpêk xwendina xwe bidomînin.
Li gor ajansa Reuters, piştî ku hêzên nêzîkî Şamê di Tîrmeha sala borî de bi sedan Durzî li Suweydayê kuştin, artêşa Îsraîlê êrîşî hêzên Sûrîyê kir. Ji wê demê ve, piranîya Suweydayê di bin kontrola rêberê olî yê Durzîyan, Şêx Hîkmet Hicerî, de ye.
Hikûmeta Şamê dixwaze kontrola tevahîya Sûrîyê bike, lê gelek Durzî ji sozên parastina mafên xwe bawer nakin. Vê bêbawerîyê bandor li ser perwerdehîya xwendekaran jî kiriye.
Hikûmet pêşniyar kiriye ku xwendekarên Suweydayê ezmûnên xwe li deverên di bin kontrola Şamê de bikin, lê gelek malbat ji bo ewlekarîya zarokên xwe ditirsin. Hin Durzî jî ditirsin ku xwendekarên ku derbasî deverên Şamê dibin, paşê wekî xayîn bên dîtin.
Ajansa nûçeyan a dewleta Sûrîyê ragihandiye ku ji nav dora 137 hezar xwendekarên Suweydayê, tenê 150 kes beşdarî ezmûnên îsal bûne. Ji bo xwendekarên din, siberoja xwendinê hîn jî ne diyar e.