Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hollanda Dibêje Dewletên Rojavayî Sala Borî Pêşî li 10 Êrîşên Cîhadî Girtine


Navenda giştî ya AVID
Navenda giştî ya AVID

Sazîya îstixbarata Hollanda, AVID’ê îro Sêşemê ragihand ku îstixbaratên dewletên Rojavayî sala borî pêşîya herî kêm 10 êrîşên cîhadî girtine.

AVID di rapora salane de dîyar kir ku pevçûnên Hamas ya Filîstînî û Îsraîlî gefên êrîşên nû zêde kirine.

Li gor raporê sala borî êrîşên kêrkirina mirovan û êrîşên dijî avahî û çalakîyan hatine sekinandin.

‘’Jiber du mijaran tevger çêdibûn: Yek şewitandina Quranê bû ku li Hollanda û welatên din wisa çêbûn û yek jî pevçûnên Îsraîl û Hamasê.’’

Swêdê piştî çalakîyên wek şewitandina Quranê hêrsa Misilmanan rakir û gefên cîhadîyan zêde kir meha Tebaxê alarma terorê rakir asta duduyan ya herî bilind.

Meha Cotmehê, du terefdarên futbolê yên Swêdî li Burkselê ji alîyê kesekî ku îdia kiribû ku endamê Dewleta Îslamî (DAIŞ) ya cîhadî ye, hatibûn kuştin.

Dîsa meha Cotmehê li Arras ya li bakurê Fransa zilamekî 20 salî mamosteyek kêr kir û du kesên din jî birîndar kirin.

Serokomarê Fransa Emmanuel Macron ser êrîşê got ku ‘’terorîzma Îslamî ya barbar’’

Îsraîl û Hamas, piştî koma Filîstînî 7’ê Cotmehê êrîş birin ser başûrê Îsraîlê û 1200 kes kuştin û 253 kes dîl girtin, ketin şer.

Karbidestên saxlemî yên Gaza dibêjin di êrîşên Îsraîlê de heta niha pirtir ji 34,000 kes hatine kuştin.

AVID’ê meha Berfanbarê jiber şerê li Gaza asta gefan ya heta 5’an radibe rakir 4’an ku ji 2019’an vir ve cara pêşî wisa dike.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG