Desthilatdarên Tirkîyê îro Înê rojnamevanek dezgeha Deutsche Welle ya Almanî bi tawanbarîya bêrêzîya li Serok Recep Tayyip Erdogan li ser medyaya civakî girtin.
Hêzên ewlekarîyê Tirkîyê dereng girtin ser mala Alican Uludag, rojnamevanê ku li beşê Tirkî yê Deutsche Welle dixebite.
Rojnamevan bi gumana bêrêzgirtina serokkomarê Tirkîyê li ser medyaya civakî û belavkirina agahîyên şaş hate girtin.
Karbidestên Tirkîyê ti hûrgilî eşkere nekirin ku kîjan ji peyamên rojnameger di bin kategorîya bêrêzîyê de ne, lê tê zanîn ku Uludag bi berfirehî li ser mijarên têkildarî sîstema dadwerîyê û dozên gendelîyê yên Tirkîyê raport kiriye.
Uludag hemû îdîa red kir.
Barbara Masing, Rêvebira Giştî ya Deutsche Welle, girtina rojnamevan wekî "kiryareke çavtirsandinê ya bi zanebûn" binav kir û bang kir ku Uludag demûdest were berdan.
Bi dehan rêxistinên çavdêrîya mafên mirovan û azadîya rojnamegerîyê ev girtin şermezar kirin û ew wekî hewldanek ji bo çewisandina azadîya derbirînê binav kirin.
Di van salên dawî de li Tirkîyê hejmarek rojnameger û çalakvan bi sûcê bêrêzîya li Erdogan hatin girtin.
Kesên ku bi vî sûcî hatine tawanbarkirin dikarin heta çar salan cezayê zindanê werbigirin.