Breaking News

Express 24/7: Du Jinên Usame Bin Ladin û Şeş Zarokên Wî Hatin Girtin

Rêberê terorist, Usame Bin Ladin.
Rêberê terorist, Usame Bin Ladin.

Televizyona Express 24/7 ya Pakistanî ragihand ku du jinên Usame Bin Ladin û şeş zarokên wî ji layê hêzên Amerîkî ve hatin girtin. Wê televizyonê her wiha ragihand ku çar alîkarên rêberê terorist hatin girtin.

Usame Bin Ladin di şer û pevçûnekê de li bajarê Abbottabad, bakûra Îslamabadê, ji layê hêzên Amerîkî ve hate kuştin

Di gotareka televizyonî de şeva Yekşembî, Serokê Amerîkî Barack Obama kuştina Bin Ladinî ragihand.

XS
SM
MD
LG