Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îmamoglu: Hilbijartina Stenbolê Bûye Sembola Demokrasîya Tirkîyê


Bajarvanê Stenbolê Ekrem Îmamoglu, ku bi biryara Komîsyona Bilind ya Hilbijartinê (YSK) ya betalkirina hilbijartinan ji kar hatibû dûrxistin, îro got ku ew bo demokrasîya Tirkîyê dikeve hilbijartina nû.

“Hilbijartina Strenbolê bûye sembola demokrasîya welêt û ew yek zelal xuya dibe. Wekî ku berpirsîya me ji Stenbolê re heye, bi heman awayî ji demokrasîya me jî erkeke me ya wargi heye.”

Îmamoglu ji Reutersê re got ku ew pêbawer e ku di hilbijartina dubare de dîsa serketî be û careke din bajêr bi rêve bibe.

Di hilbijartina 31’ê Adarê de berbijarê Partîya Komarî ya Gel (CHP) Ekrem Îmamoglu bi ser ketibû û bûbû bajarvanê Stenbolê.

Lê, YSK’ê ser daxwazên Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) û Partîya Tevgera Neteweperest (MHP) hilbijartina Şaredarîya Bajarê Mezin ya Stenbolê, bi 7 dengên erê beramber 4 dengên na betal kiribû.

YSK’ê biryar dabû ku di 23’ê Hezîranê de hilbijartina nû were kirin.

Hêjayî bîrxistinê ye, Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) careke din bang li alîgirên xwe kir ku wekî hilbijartina Adarê, vê carê jî dengê xwe bidin berbijarên dijî AKP’ê.

XS
SM
MD
LG