Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parêzer Kanar: Tirkîyê jiber Berjewendîyên Xwe, Daxwaza Girtina Konsulxaneya Saudî Nake


Serdozgerîya Komarî ya Stenbolê ragihand ku piştî kutina rojnamevan Cemal Xaşikçî, termê wî hatiye parçe kirin û hinda kirin.

Serdozgerîya Komarî ya Stenbbolê, piştî hevdîtinên ligel serdozgerê Erebîstana Saudî Suud El Muceb û şandeya wî daxuyanîyek nivîskî da û got ku Xaşiqçî piştî ketina nav konsulxanê hat xeniqandin û ew hat serjê kirin.

Daxuyanîyê bi bîr tîne ku Tirkîyê careke din daxwaza 18 hemwelatîyên Saudî kiriye ku rola wan di kuştina Xaşiqcî de heye, lê daxwaza wê nehatiye pejirandin.

Parêzer Ercan Kanar ku krîza navbera Tirkîyê û Erebistana Saudî ji nêzve dişopîne, dibêje ku li gor Peymana Vîyana herçiqas destnedanê dîplomatîka kesan hebe jî, ger tawanên giran dijî wan hebe pewîst e derketina van kesan were astengkirin.

“Jiber peymana Vîyana, endamên mîsyona dîplomatîk û serkonsulê Saudî hîn dema li Tirkîyê ne dikarin werin asteng kirin jiber ku kuştina mirovekî heye.”

Kanar dibêje ku Tirkîye xwestina 18 kesên li Erebîstana Saudî girtî ne, dike lê jibo van kesan nikare tiştekî berbiçav bike.

“Tenê demeke kurt dibe ku tengezarîyeke dîplomatîk çêbe, lê ne Tirkîye, ne ji Erebîstana Saudî xwedî nîyeta lêpirsîneke cidî ya ronkirina kuştina Xaşiqcî ne. Tirkîye, jibo berjewendîyên xwe yên aborî, daxwaza girtina konsulxaneya Erebîstana Saudî ya li Stenbolê nake.”

please wait

No media source currently available

0:00 0:02:11 0:00

XS
SM
MD
LG