Li Sûriyê bi hezaran ji kurdên wê bê nasname bûn piştî ku partiya Al- Bass ket ser desthilatê, ji berê vê yekê ji bi hezaran ji keç û xortên kurdan nikarîbûn xwendina xwe berdewam bikin û bawernameyên xwe wergirin, lê belê gellek ji wan bi keda xwe karîbûn riya xwe bigrin û biserkevin di gelek warên jiyanê de, Ebdilrehîm Yûnis yek ji wan kesan mêvanê Deng û Reng e, ku bi hezkirin û keda xwe navekî taybet di warê hunera înmaşin de ava kir.
Ebdilrehîm Yûnis ji bajarê Hesekê ye , di sala 1979an de ji dayik bûye.
Ebdilrehîm û malbata xwe bê nasname jiyana xwe berdewam dikirin li Sûiyê ji ber wê jî ew rastî pirr zor û zehmetiyan bûn.
Hunermend nikarîbû bawernameya xwe wergire tevî ku ew serkeftî bû li ser asta rtevahiya bajêrê Hesekê.
Bi keda xwe ya taybet wê, li paytexta Sûriyê , xwendina kumpyûter û dîzanê qedand.
Bi fêrbûna programa Maya , Ebdilrehîm karîbû derbasî cîhana înamêşîn bibe û li ba kampaniyên navdar kar bike û navekî taubet li ba wan durist bike..
Ji ber şeê Sûriyê koşberî herêma kurdistanê bû û li wir bi çend kenalên TV re kar kir , ta ku ji wir barkir û çû Almaniya.
Ebdilrehîm , hêvî dike ku karibe ser çîrokên folklora kurdî kar bike û wan bi cîhanê re parveke.