Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdhejek Herêma Kurdistanê Hejand


Bajarê Dihokê.
Bajarê Dihokê.

Erdhej li deverên sînorê navbera Tirkîye û Îraqê berdewam in û roja Çarşembî erdhejek çend deverên Kurdistana Îraqê hejand.

Li gorî Ajansa Jeolojîk ya Amerîkî, hêza wê erdhejê 4.7 e û kûratiya wê 10 kîlometr e.

Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka, Remezan Hemze şarezayê jeolojî li Zanîngeha Dihokê dibêje, navenda erdhejê 60 kîlometran li rojhilata Dihokê û 25 kîlometran li bakûrê rojavaya Akrê bû. Birêz Hemze got ku wê erdhejê tu ziyanên canî nebûn.

Jibo guhdarîkirina hevpeyvîna hevkar Ahmed Barzanî bi birêz Remezan Hemze re, lînka ‘Guhdarî kirin’ li rexê rastê vê rûpelê kilîk bike.

XS
SM
MD
LG