Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xelk li Bajarên Ser Hêla Erdhejan Dê Werin Parastin? 


Erdhej li her cihekê cîhana me û li her demekê rûdidin, lê dîroka nu ya tomarkirina cih u demên erdhejan u vedîtinên Ciyolojî nîşan didin ku ew li sê deverên mezin dubare dibin. Giyolojiyan navê wan kiriye Kemberên Erdhejan – Bîvelerzan. Kembera derdora-Pasîfîk ya herî mezine. 81%ê erdhejên herî mezin li wir pêk tên.

Erdheja li 6 Reşemî ya 2023 kû navenda wê devera Entab ê li başûrê rojhilata Tirkiyê li ser hêla Alpide (Pilêtên Anadoliayê) ye. 17% ji erdhejan li ser vê hêlê pêk tên. Vê erdheja bi hêza 7.8 bêtir ji 5,600 avahî li dehan bajarên Tirkiyê û Sûriyê herifandin u zerer u ziyana wê wêranker bû. Derencamên wê yên mirovî dê heta dehan salên li pêş me diyar bin.

Zûdeye zanayên Giyolojî ew sê Kember destnîşan kirine, û vedîtina wan bûye rastiya zanistî. Li hemberî wê rastiyê jî, pêşketina teknolojî gihaye wî astê kû dikare pêşbîniya demê û cihê erdhejan bike, lê ne hemû caran xelk dikare amadekariyan bike jibo vebir kirina astê zerar û ziyanê.

Rastiya balkêş ewe, her çend salan carekê erdhejeka mezin li wan deveran dide, lê dîsan bajarên mezin li ser wan Pilêt- Kemberan hatine avakirin û şaristanî lê geşe dike, cinkû ew cih kêrî avakirina şaristaniyan hatine.

Lê niha kû ev erdhej wêrankerin jiber kû pîşesazî mirovan neçar dike xwe li hev bigirin, yek dipirse, gelo mirov dikirin çi bikin heta ziyana erdhejan vebir bikin? Mixabin, çinkû ev erdhej ji encamê hêzeka zêde mezina livîn û berêk-keftina pilêt û derzên jêr erdê ne, mirov li hember wê, bê desthelat in!

Çinkû veguhestina bajar û şairistaniyên li ser van hêlên erdhejan nemimkin ne, Pisporê Jeofîzîkî û Erdhejan Dr. Bextiyar Qadir ji Dengê Amerîka VOA re dibêje, “Avakirina xaniyan bi koda erdhejan“ bi tenê bijare ye li pêş mirovaniyê.

Heta kû hemû avahî li bajarên li ser wan Kemberan li welatên weka Tirkiyê, bi wê kodê werin avakirin mîna gelek bajarên Amerîka û Japonê, sedan salan û têçon û xerciyên aborî yên bê hejmar jêre lazim in. li heman dem, jiyana miyonên mirovan dê tim li pêş xeterka veşartî be.

XS
SM
MD
LG