Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

EASA, Hişyarî Dide ku Qadên Esmanî Yên Îran, Îraq û Libnanê Neyên Karanîn

Dîmeneke grafîkî ya trafîka firokeyan li qada esmanî ya li ser Îran û cîranê wê Rojhilata Navîn nîşan dide.(Arşîv)
Dîmeneke grafîkî ya trafîka firokeyan li qada esmanî ya li ser Îran û cîranê wê Rojhilata Navîn nîşan dide.(Arşîv)

Ajansa Ewlehîya Esmanî ya Yekîtiya Ewrupa (EASA) îro Çarşemê hişyarî da ku dîvê kompanîyên hêlên firînan qadên esmanî yên Îran, Îraq û Libnanê heya 31’ê Tebaxê bi kar neynin.

EASA dîyar kir ku banga hişyarîya îro li ser bingeha "asta bilind ya alozîyan û pêkanîna çalakîyên leşkerî yên din " hatiye ragihandin.

Ajansa Ewrupî got ku bicîhanîna agirbesta Amerîka û Îranê hîn jî di rewşeke şikestbar de ye, û ger agirbesta heyî têk biçe, pêkan e ku qada esmanî ya Îranê rûbirûyê "gefên nêzîk"bimîne.

Ajansa Ewrupî her wiha zêde kir ku ger agirbesta heyî têk biçe, îhtîmal e ku qada hewayî ya Îranê rastî "gefên nêzîk" were.

Ajansê bal kişand ku wê hişyarnameya xwe ya berê paşve vekişandîye ku tê de ji kompanîyên rewîtîya esmanî hatibû xwestin ku dema di qadên esmanî yên Behreyn, Kuweyt, Îsraîl, Urdun, Qeter, Oman, Îmaratên Erebî yên Yekbûyî û Erebistana Saudî de difirin divê hişyar bin.

Ev hişyarîya dawî ya EASA hat dayîn, piştî ku Pasdarên Şoreşa Îranê îro ragihand ku wan êrîş birine ser bingehên leşkerî yên Amerîkî yên li Behrêyn û Kuweytê.

Ew êrîş piştî pêla êrîşên leşkerî yên Amerîkî li ser Îranê piştî ku tankerên wan li Tengava Hormuzê hatin lêdan, pêk hatin.

Êrîşên dîjî Behrêyn û Kuweytê çêbûn, piştî ku Îranê li Tengava Hormuzê jimareke keştîyên barhîlgir kir armanc û Amerîkayê jî bi zincîreke êrîşên leşkerî bersîv da.

Serokê Amerîkayê Donald Trump roja Duşemê careke din gefa êrîşa leşkerî li ser Îranê xwarbû û got ku yan wê bi Îranê re li hev bike yan jî "kar biqedîne".

This item is part of
XS
SM
MD
LG