Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

EASA Hişyarîya Jibo Firînên Rojhilata Navîn Jinûve Da

Ajansa Ewlehîya Esmanî ya Yekîtiya Ewrupa (EASA) îro Sêşemê hişyarîya xwe ya jibo kompanîyên esmanî yên ku li Rojhilata Navîn dixebitin jinûve danî û tundtir kir.

EASA bang li kompanîyên esmanî kir ku ew ji qadên esmanî yên Behreyn, Kuweyt, Qatar, Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî û Omanê dûr bisekinin, jiber ku şerê Amerîka û Îranê jînûve gûr bûye.

Tenê hefteyekê berê, EASA’yê hişyarîya xwe ya berê ya jibo heman welatan betal kiribû, piştî kêmbûna rêjeyî ya alozîyên li Rojhilata Navîn, ku wek encamek agirbesta demkî ya meha borî di navbera Tehran û Washingtonê de pêk hatibû.

Hişyarîya nû ya tund heya 29’ê Tîrmehê dê dom bike.

Îranê roja Sêşemê bi mûşekên balîstîk êrîşê bingehekî esmanî ya Amerîka li Urdunê kir, hevdem piştî ku Îranê roja Şemîyê got ku ew Tengava Hormuzê digire, hêzên Amerîkî jî pêlên êrîşan dane destpê kirin.

Jiber êrîşên Îranê yên ser keştiyên bazirganî, Serokê Amerîka Donald Trump fermana dorpêça li dijî Îranê jinûve ragihand û jibo parastina ewlehîya rêgeha avê ya girîng daxwaza bûhaya ji sedî 20 dike.

Ajansê di 8’ê Tîrmehê de jî hişyarîya ser qadên esmanî yên Îran, Îraq û Libnanê heya 31’ê Tebaxê dîrêj kiribû.

This item is part of
XS
SM
MD
LG