Bi mîlyonan Amerîkî van rojan li malên xwe dimînin li vê dema ku bahozeke hêzdar li rojhilata welêt diqewime.
Rêvebirîya Hawazanî ya Amerîkî (National Weather Service) ragihand ku ev bahoz berfa giran, barana sar û bayên bi hêz bi xwe tîne û bandorê li deverên başûrê rojhilat herêma naverasta Atlantîk dike, berî ku berê xwe bide herêma New England û başûrê Kanadayê.
Heta îro Duşemê jî hate texmîn kirin ku berfa giran û qeşayê bû sedema 190,000 kes bê elektrîk bimînin.
Dezgehên medyaya Amerîkî ragihand ku rewşa xirab ya hewayê bi giştî bandor li 80 mîlyon kesan kirîye. Ji bilî wê jî, bahoza berfê bû egera betalbûna bêtirî 3,000 geştên firînê û herwiha beşek ji rîya I-95 ya serekî li wîleyata North Carolina jiber wê hate girtin.
Li çend eyaletên wek Georgia, Virginia û North Carolina jî rewşa awarte hatiye ragihandin.
Hêjayî gotinê ye ku ev cara duyê ye di vê mehê de ku berfeke wisa giran li rojhilata Amerîkayê dibare.