Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ebadî: Nîvê Bergumanên DAIŞ'ê yên li Kampa Mûsilê Tirk In


Serokwezîrê Îraqê Heyder El-Ebadî dîyar kir ku nîvê bergumanên DAIŞ’î yên ku li kampeke nêzî Mûsilê dimînin Tirk in.

Li kampa nêzî Mûsilê, 1333 jin û zarokên ku radestî hêzên Kurdan bûne dimînin. Jin û zarok, piştî ku hêzên Îraqî, DAIŞ ji Telafarê derxistibû radest bûbûn.

Ebadî da zanîn ku piranîya kesên li kampê dimînin bêsûc in û hikûmet hewil dide ku wan radestî dewletên ku ew hemwelatîyên wan in bike.

Ebadî dîyar kir ku heta niha bi qasî 100 kes radestî dewletên wan kirine û got ku bo peyvajo zû temam bibe, ewê bilezînin.

Serokwezîrê Îraqê da zanîn ku keça Alman ya 16 salî, ku li Mûsil hatibû desteser kirin, dibe ku were îdam kirin.

Li gor îstixbarata Îraqê, keça Alman bi çekdarên DAIŞ’ê re xebitîye.

XS
SM
MD
LG