Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Polîsên Lîberyayî Êrîşî Girseya Nerazî Kirin


Polîsên Lîberyayî teqe li ser xwepêşandêran kir ku jiber sîyaseta hikûmetê ya pêşîgirtina nexweşîya (karantîna) Ebola li taxa wan nerazî ne.

Rûniştvanên taxa West Point ya paytaxt Monrovia bi diruşman ecizbûna xwe dîyar kir û bi kevir avêtin polîsan.

Hin hemwelatî gilî dikir ku hikûmet hişyarî nedaye wan ku karantîna danaye ser taxa wan. Gazinca wan kesan ew bû ku nikarin tiştên xwarinê bikirin.

Seroka Lîberya Ellen Johnson Sirleaf do Sêşemê biryara karantîna dabû.

Xanim Sirleaf gotibû, armanca wan bi biryara qedxeya derketinê ev e ku jîyana hemwelatîyan rizgar bikin.

Hêjayî gotinê ye hejmara herî zêde ya qurbanîyên Ebola li Lîberya ne.

XS
SM
MD
LG