Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qesra Spî Dijî Danana Qedexeya ser Efrîqaya Rojava ye


Qesra Spî dibêje, ew berdewam dijber e ku qedexa rêwitîyê li Efrîqaya Rojava bêne dana ku di bin xetera belavbûna vîrusa Ebola ye.

Berdevkê Qesra Spî Josh Earnest got, danana qedexeya seyahatê wê giwaştin ser rêwîyan bike ku agahîyên rast li ser rêwîtîyên xwe nedin.

Daxuyanîya îro Pêncşemê di demekê de tê ku karbidestên saxlemîyê li pêş desteyeke Kongresê nirxandinan dikin ku bersîvdaneke çi rengî ji wê nexweşîyê re peyda bikin.

Serokê Navenda Kontrolkirin û Pêşgirtina Nexweşîyan ya Amerîka Dr. Thomas Frieden got, ew di xemê de ye ku belavbûna vîrusa Ebola gefeke dirêjdemî li ser sîstema saxlemîya Amerîkî dike.

Frieden got, jibo nehêlana Ebola rêya herî baş xurtkirina sîstema saxlemîyê û perwerdekirina karmendên tendirûstî û nexweşxaneyan e.

XS
SM
MD
LG