Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bedela Binpêkirina Mafên Mirovan li Çînê 


Ji sala 2017an êreve, Komara Gel ya Çînê zordestîya xwe li ser Uyguran, etnîkên Kazak, Kirgizan, û endamên din yên kêmahîyên misilman li Sîncanê zêde kirîye.

Ji sala 2017an êreve, Komara Gel ya Çînê zordestîya xwe li ser Uyguran, etnîkên Kazak, Kirgizan, û endamên din yên kêmahîyên misilman li Sîncanê zêde kirîye.

Ne tesadufî ye ku ew kiryare piştî ku endamê Polîtbûroyê Chen Quanguo di sala 2016ê da bûye Sekretrê Partîya Komînîst li herêma Xweserîya Uyguran, Sîncanê. Li wê derê ew her wiha serokê Komeleya Berhemînan û Avakirina Sîncanê ye anjî XPCCê ku rêxistinek aborî û paramilîter e li Herêma Xweser ya Uyguran li Sîncanê û rasterast di bin kontrola hikumeta navendî ya Çînê da ye û gelek karûbarên hikumetê diîne cih li Sîncanê

Piştî hatina wî bo Herêma Xweser ya Uyguran li Sîncanê Chen Quanguoyî destpê bernameyek berfireh ya çavdêrîyê, desteserkirinê û mêjî şûştinê kir li wê derê û di armanca wî da Uygur û endamên din yên kêmahîyên olî û etnîkî hebûn. Di wê demê da bi sed hezaran Uygur, etnîkên Kazak, Kirgiz û etnîkên Misilmanên Tirk hatin girtin jiber sedemên wekî ridîn berdanê, redkirina vexwarina alkolê û ew li girtîgehên kampan da dihên ragirtin.

Welatên Yekbûyî yên Amerîka û Rêvebirîya Trump li her derekê li ser parastina mafên gelê bin dest rijd e. Jiber têkilîyên wan bi destdirêjîyên giran ku wan li ser gelê Sîncan heyî, hem Wezareta Darayî û hem jî Wezareta Derve ya Welatên Yekbûyî yên Amerîka Chen Quanguo; rêvebirê bûroya ewlehîya giştî ya Sîncanê Wang Mingshan; Zhu Hailun, endamek Partîyê yê payebilind li Sîncan; berpirsê berê yê ewlehîyê Huo Liujun; sekreterê partîya XPCC yê berê Sun Jinlong; û Cîgirê Sekreterê XPCC Peng Jiarui ceza kirin.

Wezareta Darayî di heman demê da tole dana ser PSB û XPCC bi xwe jî. Toleyên Wezareta Derve, li gorî Fermana Rêvebirîyê ya 13818, ya ku li ser bingehê Qanûna Berpisyarîya Cîhanî ya Magnitsky ya Mafên Mirovan hatîye ava kirin û hatina kesên tole li ser bo Amerîkayê qedexe dike. Ew ambargo mal û sermayê wan yên Amerîkayê jî dicemidîne.

Welatê Yekbûyî yê Amerîkayê jibo parastina mafên hemû mirovan li Çînê, pêngavên ji hemû netewên cîhanê bihêztir havêtine.

Wezîrê Derve Mike Pompeo di daxuyanîyeka nivîskî da got "Binpêkirinên mafên mirovan li Sîncan ji alîyê Partîya Komînîst ya Çînê ve li dijî Uygur û kêmahîyên din yên Misilman, wekî lekeya sedsalê ye. " "Rêvebirîya Trump pêşengîya hewildanên cîhanê dike da ku cezayên berbiçav bidin PRC jiber kampanyaya wan ya berdevam ya zordestîyê, girtina girseyî ya keyfî, çavdêrîya dorpêçkirinê, keda bi darê zorê, bi zorî kontrolkirina niştecîyan, xirkirina bêdil ya doneyên bîyometrîk, û analîzên genetîk ku wan grupan dike armanca xwe."

"Îro, em kiryarên bi prensîp berdewam dikin."

VOA_Kurdish_Editorial_ME_Peace
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:19 0:00
Direct link


XS
SM
MD
LG